image

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken bang li Iraqê kir ku erkên xwe yên parastina Amerîkîyên li ser xaka xwe bicîh bîne.

Antony Blinken bang li hikûmeta Iraqê kir, da ku erkên xwe ji bo parastina hemû navendên ku personelên Amerîkî lê dihewîne bicîh bîne û berpirsên êrîşên li ser Amerîkiyan li Iraqê bêne dadgehkirin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê de hat diyarkirin, Blinken bi Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şîa el-Sudanî re li ser şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de û nehiştina pevçûnan mezin bibe hevdîtin pêk aniye.

Hat destnîşankirin, di hevdîtinê de Blinken rewşa însanî ya li Xezzeyê û diyarkirina gavên ku ji bo danîna bingehên aştiyeke adil û mayînde bi hevkariya Iraq û hevkarên din ên li herêmê bên avêtin nirxand.