image

PeyamaKurd- Ji aliyê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) ve hat ragihandin ku di rojên dawî de wan 8 endamên rêxistina terorî ya IŞÎDê desteser kiriye.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat eşkerekirin ku di çend rojên derbasbûyî de wan bi 4 operasyonan şaneyên veşartî yên IŞÎDê kirine armanc û di vê çarçoveyê de 8 endamên IŞÎDê ligel cebilxaneyên wan hatine desteserkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku li gundê Belqîs ê li navçeya Til Hemîsê, hêzên wan 2 endamên IŞÎDê û li bajarokê Teyyane li rojhilatê Dêre Zorê endamekî IŞÎDê, li Minbicê 3 endamên IŞÎDê girtine ku di nav wan de jinek jî hebûye.

Hat diyarkirin ku li gundê Tuwêmîn li navçeya Şeddadê ya li başûrê Heseke jî 2 endamên IŞÎDê girtine.