
PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku 2 kesên bi artêşa Tirkiyê re di êrîşên ser Efîrn, Serê Kaniyê û Girê Spî de beşdarî kiribûn xwe radestî wan kirine.
Navenda Ragihandina HSDê da zanîn ku 2 kes ji çekdarên girêdayî Tirkiyê cuda bûne û hatine gel wan û wiha hat gotin: “Kesên ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatibûn xapandin, piştî rastiya wan dibînin ji wan cuda dibin. Çekdarên ku li gel dewleta tirkiyê dimînin, tenê li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin û ti nirxê mirovahî û exlaqê wan nemaye. Ji ber vê yekê kesên bi navê Aras Mihemed Îsa Hec Elî û Mihemed Xêr Mihemed De’ibul di demên cuda de, ji Serê Kaniyê reviyane û xwe radestî hêzên HSDê kirin.”
HSDê diyar kir, “Aras Mihemed Îsa Hec Elî ji Dirbesiyê ye û tevlî dagirkirina Serê Kaniyê bûye. Mihemed Xêr Mihemed De’ibul ji Helebê ye û tevlî dagirkirina Efrîn û Serê Kaniyê bûye.”
Navenda Ragihandina HSDê da zanîn ku van kesan di nava komên Liwa El Tewhîd, El-Cebhe El-Şamiye, Cebhet El-Nusra, Feyleq El-Şam û Ehrar El-Şam de cih girtine.