
PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê helîkoptera ku pêr li navçeya Çemanke ya parêzgeha Duhokê ketiye de, îro 17ê Adarê daxuyaniyek belav kir û eşkere kir du helîkopter ji ber rewşa xirab a hewayê ketine û fermandarek û 8 şervanên wan can dane.
Li gorî daxuyaniya HSDê 15ê Adarê dema ku şervan û endamên wan ên Yekîneyên Antîterorê bi helîkopterê derbasî Başûrê Kurdistanê bûne ji ber rewşa xirab a hewayê helîkoptera wan ketiye.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk di daxuyaniye nivîskî de daye xuyakirin, dema şervanên wan ên endamên Yekîneyên Antîterorê ji bo perwerdeyê diçûn bajarê Silêmanîyê helîkopterên ku hêzên wan vediguhestin, ketine û 9 şervanên wan şehîd bûne.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Di çarçoveya tekoşîna li dijî şaneyên DAİŞê de, yekîneyek ji yekîneyên Antî Teror YAT ên girêdayî hêzên me berê xwe da Başûrê Kurdistanê bi armanca bi hevguhertina tecrubeyên ewlekarî û leşkerî ji bo bilindkirina asta şer û ewlehiyê ya yekîneyan bi armanca berdewamkirina erkên xwe di şerê li dijî terorê û parastina xelkê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”
Derbarê ketina helîkopteran de hatiye diyarkirin: “Di dema şandina yekîneyê ji bo bajarê Silmaniyê di êvara 15ê Adara 2023an de, du balafirên ku şervanên me vediguhestin wê heremê ji ber rewşa ne baş ya hewayê hatin xwarê û 9 şervanên me bi fermandariya fermandarê Yekîneyên Antî Terorê Şervan Kobanê şehîd bûn.”
HSDê gotiye: “Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê xwe re dixwazin; Em teqez dikin ku fedakariya wan şehîdan wê bibe ronahiya berdewamiya berxwedanê û parastina gelê me û axa wî a pîroz.
Di heman demê de em bang li rayedarên peywendîdar ên herêma başûrê Kurdistanê dikin ku ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan û gihandina wan ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li gorî rêgez û kevneşopiyan tevbigerin.”
Antî Terora Kurdistanê: Di helîkoptera ketî de endamên PKKê hebûn