image

PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser rewşa meydanî ya girêdayî êrîşa terorîstên DAIŞê li ser girtîgeha Xiwêranê ya li Hesekê agahdariyek belav kir.

HSDê bal kişand ser ku dezgehên çapemeniyê agahiyên nezelal li ser kontrolkirina girtîgeha Sînaa bi temamî ji aliyê hêzên me ve belav kirine û diyar kir, “Ev agahî ne zelal in. Hêzên me rewşa awarte ya ku DAIŞê hewl dida sûdê ji werbigire û bireve bi temamî kontrol kir. Bi vê yekê çeteyên DAIŞê yên mayî nikarin di dîwarên girtîgehê re birevin.”

Di agahdariyê de hatiye gotin, “Em di qonaxa pêşîn a têkbirina çeteyên ku hewl dane êrîşî girtîgehê bikin de ne, her wiha xwe li ber dîwarên bakur û hin odeyan xurt kirin. Operasyona paqijkirinê berdewam e û îro bi dehan çete hatin kuştin û girtin.”

Fermandariya Giştî ya HSDê bîlançoya giştî şerê girtîgeha Hesekê eşkere kir…