image

Peyamakurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD-QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku, hêzên wan bi piştgiriya Hevpeymaniya Navnetewî li bajarê Reqayê berpirsekî DAIŞê desteser kir.

HSD derbarê deseteserkirina wî serkirdeyê DAIŞê de da zanîn ku ew li derdora bajarê Reqayê di encama operasyonekê de hatiye girtin.

HSDê herwiha daxuyakirin ku ew berpirsê DAIŞê bi alîkariya balafirên şer ên Hevpeymaniya Navnetewî ya Dijî DAIŞê haiyet girtin.

HSDê derbarê nasnameya wî kesî de ti zanyariyeke din eşkere nekir.