image

PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) piştî gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên derbarê destpêkirina operasyoneke nû li nav Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de got, li herêmê di pozîsyona hêzên garantor (Amerîka û Rûsya) de ti guhertineke stratejîk çênebûye.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de li ser operasyona muhtemel a Tirkiyê ya avakirina herêma ewle ya kûrahya 30 kîlometriyan  di nav axa Sûriyê de ragihand: “Ti guhartinên stratejîk di dabeşbûn û belavbûna hêzên navnetweyî yên garantor de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çê nebûye."

HSDê diyar kir, “Gurkirina rewşê û nîşandana hêzê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve di çarçoveya hewldanên derbekirina îstîqrarê de ye, herwiha armanca dagirkeriyê ji nû ve zindîkirina DAIŞê ye.”

Di daxuyaniya HSDê hat destnîşankirin, “Hêzên me asta gefên dewleta Tirk ên aktîf û pêşbînîkirî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lêkolîn dikin û agahiyan bi hêzên navneteweyî yên garantor re parve dikin.”