image

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk, bi desteka Koalîsyona Navneteweyî, operasyona lêgerînê ya li herêmên Geliyê El-Ecîc ê gundewarê Dêrazorê bi dawî kirin û hinek xalên şaneyên DAIŞê bi moşekan kirine hedef ku di veguhestina navbera Sûriyê û Iraqê de bi kar tînin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) do daxuyaniyek di derbarê operasyona xwe de belav kir û da zanîn: ‘‘Hêzên me îro, an ku 12ê Gulanê operasyona lêgerînê ya li Geliyê El-Ecîc ê li bakur rojhilatê gundewarê Dêrazorê bi dawî kir.

Operasyon, bi desteka Koalîsyona Navneteweyî ji aliyê bejahî û hewayê ve, heta 4 rojan berdewam kir. Herwiha balafirên koalîsyonê li asîmana herêmê geriyan û bi moşekan hinek xalên diyar ên DAIŞê kirin hedef.

Hêzên me bi armanca deşîfrekirina rêya qaçaqtî ku çeteyên DAIŞê ji bo ku di nava herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tev bigerin û biçin Iraqê, operasyon li herêma Geliyê El-Ecîc li dar xist.

Di encamê de, rê û tonelên ku çete xwe û cebilxaneyên xwe tê de vedişartin hatin şîfrekirin. Ji wan 12 hatin ruxandin.

Di heman çarçoveyê de hêzên me, dewriye li nêzî sînorên bi Iraqê re û herêmên li rex çemê Firatê pêk anîn.

Bi gelek şêniyên herêmê re axivîn û ji wan re teqez kirin ku ji bo parastina wan ji şaneyên DAIŞê, operasyon li dar xistiye.’’