image

PeyamaKurd – Hêzên dijber li Sûriyê, li hember hêzên Esadî bûne yek û dest bi êrişan kirin. Di hefteya dawiyê de, dijberan êrişên gelek sengerên hêzên Esadî kirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, alîgirên cîhadîst ên k udi bin banê Heyet el-Şamê (HTŞ) de bûne yek êrişî hêzên Serokê Dewleta Sûriyê Beşar Esadî kirin. Di encama wê êrişe de gelek kes hatine kuştin.

Hêzên taybet ên HTŞê, roja yekşemê li dijî xalên artêşa Sûriyê yên li rojavayê Helebê operasyoneek encam dan.

Li gorî zanyariyên HTŞê, Hêzên HTŞê êrişî sengerên artêşa Sûriyê li herêma Suk el Carîbê kirin û di encamê wê êrişê de 19 leşker hatin kuştin.