image

PeyamaKurd – Koalîsyona Nasir di salvegera 16 ê cotmehê de gotinên serokwezîrê wê wextê yê Haydar Abadî ragihand. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku di 16 ê cotmeha 2017 an de, Abadî Kerkûkê ji nûh de xistiye bin desthilata Iraqê, parêzgerê nûh tayin kiriye û qiyma xwe bi van jî naniye, para budçeya Herêma Kurdistanê daxistiye %12 an, seferên balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê qedexe kiriye û Herêma Kurdistanê mecbûr kiriye ku teslîmê Bexdayê bibe. Di wexta Abadî de cara yekem deriyên sînor ji aliyê Bexdayê de hatine kontrol kirin.

Berdevkê hukumeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil li ser vê daxwuyaniyê bersiva Hadar Abadî da û got:

“Hukumeta Herêma Kurdistanê hegemonyayê û çemadinê red dike. Lîderên Koalîsyona Nasir biryarên xwe yên li dijî demokrasiyê û li dijî jiyana hevkariyê bibîrxistiye. Ev nîşana têkçûna li pey heve. Encama xwe di hilbijartina Parlementoya Iraqê de dîtin.

Xelkê Iraqê rastiyê dît. Xelk hilbijartina rastteqîne kir û îsbat kir ku siyaseta bi maceraperestî dirêj nameşe. Dîrok îsbat kiriye ku kesên ji bo berjewendiyên xwe yên demkî yên taybet, yekîtiya Iraqê û hevkariya Iraqê xerab kirin, nikarin biserbikevin.

Hukumeta Herêma Kurdistanê kiriye armanc ku temamê terefên etnîkî, olî û mezhebi, wê di nav aramiyê de bi hevre bijîn û dahatûyeka tije rohnahî ava dike. Ji bo dahatûyeka bi rohnî, siyaseta hegemonyayê û serî çemandinê red dike. Pêdiviya Iraqê ji her wextê bêhtir bi siyastekî bi aqilmendî, bi mantiq û ji zorê dûr, ji îhlalan dûr, bi siyaseta hostatiyê heye. Divê ber li kiryarên redîkal bêgirtin.”

Koalîsyona Nasir di hilbijartina 10 ê cotmeha 2021 ê de tenê bûye xwediyê 2 parlemnteran.