image

PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, sibe 24ê Îlonê ji bo vekirina hin projeyên aborî û hevdîtinan diçe parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê.

Parêzgarê Îlamê Mihemed Nozerî eşkere kir ku Reîsî ji bo şopandin û gotûbêjkirina pirsgirêkên xelkê, civîn û hevdîtinên ligel xelkên kêm dahat û civîna ligel berpirsên îdarî yên parêzgehê serdana Îlamê dike.

Nozerî da xuyakirin ku wê hejmarek wezîr jî bi Îbrahîm Reîsî re amade bin û serdana cihê projeyên 12 bajar û bajarokên parêzgehê bikin.

Ji dema hatiye ser posta serokomariyê ve Reîsî yekem serdana xwe ya parêzgeheke Rojhilatê Kurdistanê dike.

Parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê ku ji %11ê petrol û ji %6ê gaza Îranê tê derxistin, tevî vê dewlemendiya xwe jî li seranserê Îranê yek ji bajarên xelkê wê herî zêde hejar e.