image

PeyamaKurd - Hat îdiakirin ku artêşa Amerîkayê li nav erda Sûriyê û li ser xeta sînorê Iraq-Urdinê hewl dide hemahengiyekê di navbera hêzên Senadîd ên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Artêşa Azad a Sûriyê de çêbike.

Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, şandeke payebilind a artêşa Amerîkayê, roja Înê li bajaroka Til Koçer a parêzgeha Hesekê, bi berpirsê Hêza Senadîd Bender Hamidî Deham re civiyaye û bi qasî 1,5 demjmiran hevdîtin kirine.

Hêjayî gotinê ye Hêza Senadîd a erebên Sûnî ligel HSDê kar dike û li gorî îdiayê Amerîkayê ji wan daxwaz kiriye, bi Artêşa Azad a Sûriyê re ku Tirkiye piştevaniya wan dike re, bi awayekî kordîne tevbigerin.

Çavkaniyan daye zanîn ku şanda amerîkî ji wan daxwaz kiriye, herdu hêzê li dijî milîsên çekdar ên Îranî sînoran biparêzin.

Hêza Senadîd a ku di bin banê HSDê de ji aliyê Amerîkayê ve sala 2021ê hatiye avakirin, bi hezaran çekdarên wê hene û li xeta parêzgeha Hesekê hatiye bicihkirin.

Li Dêrazorê mûşekên HIMARS hatin danîn

Li aliyê din jî Artêşa Amerîkayê baregehên xwe yên li zeviyên petrolê yên li parêzgeha Dêrazorê, ku gelek caran dibe armanca komên çekdar ên ku îran piştevaniya dike, bi sîstema moşekên HIMARS bihêz kir.