image

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku êrîşa îro ya rejîma Sûriyê bi ser baregeh û balafirxaneya Taftanaz a Tirkiyê de, bi balafirên şer ên Rûsî pêk hatiye ku li gorî ragihandina Wezareta Berevaniya Tirkiyê 5 leşkerên Tirk hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.

Li gorî zanyariyên medyayî binkeya Taftanaz a Tirkiyê ya Idlibê bi piştevaniya hêzên asmanî yên Rûsyayê hatiye bombardiman kirin û ew baregeh bi temamî hatiye hilweşandin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê êrîşa ser Taftanazê piştrast kir û kuştina 5 leşkeran û birîndarbûna 5 leşkerên xwe yên din ragihand.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin, hêzên Tirkiyê demildest bersiv dane hêzên rejîma Sûriyê û xwîna leşkerên wan li erdê nemaye.