image

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) derbarê êrîşa îro ya hêzên artêşa Sûriyê bi ser binkeya leşkerên Tirk a Taftanasê de piştrast kir û da xuyakirin, 5 leşkerên wan hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.

MSBê ragihandiye ku ew dê bersiva êrîşê bidin.

Li ser medya civakî jî zanyariyên ser êrîşa bejahî û asmanî ya artêşa Sûriyê bi ser binkeya leşkerên Tirkiyê de têne belavkirin ku li gorî wan parvekirinan, baregeha Taftanas a Tirkiyê bi temamî hatiye ruxandin û helîkopterên Tirkiyê jî kuştî û birîndarên xwe vediguhêzin.

Ev êrîşa rejîma Sûriyê li demeke ku şanda Rûsî li ser krîza Idlibê li Enqerê bi rayedarên Tirkiyê re hevdîtinan pêk tîne de çêbûye ku di hevdîtinên doh de jî ti encamek derneketibû.

Aliyê Rûsî ji bo Idlibê bi ser rêya M4-M5 de herêmeke ewle pêşniyar dike û Tirkiye jî vê plana Rûsî qebûl nake.

Rejîma Sûriyê jî piştgiriya hêzên asmanî yên Rûsî diyar dike ku heta terorîstên tundrew neyên paqijkirin ew êrîş û operasyona xwe ya Idlibê nadin rawestandin.