
PeyamaKurd - Ji ber vîrusa koronayê li cîhanê bi giştî ji şeş ciwanan yek bêkar maye. Li gor Rêxistina Kar a Navdewletî (ILO) dê ev şewb bi dehan salan bandorê li rewşa kar a ciwanan bike.
Li gor lêkolîna ku ji aliyê ILOyê ve hatiye kirin, eger çareseriyek neyê dîtin dê ev rewş bi dehan salan bandorê li ciwanan bike, bi taybetî di derfetên kar de.
‘Dibe bandora wê deh salan zêdetir berdewam bike’
Dîrektorê Giştî yê ILOyê Guy Ryder da zanîn ku bi taybetî ciwanên temenê wan di navbera 15-28 salî de ji vê rewşê zerar dîtine û got: “Metirsî ev e, ciwanên ku destpêkê ev şok dîtin, dibe bandora wê deh salan zêdetir berdewam bike.”
Ryder diyar dike ku eger bibêjin karantîne û qedexe bo vî nîfşî metirsî ne nabe axaftineke mezin. ILOyê ragihand ku ji ber vîrusa koronayê tam 305 milyon demjimêrên kar jidest çûne.
‘267 milyon ciwan ne di karekî de dixebitin û ne jî perwerde dibînin’
Berî nexweşiya koronayê di dawiya sala 2019an de li ser asta cîhanê rêjeya bêkariyê ya ciwanan derdora ji sedî 13,6 de bû. Li tevahiya cîhanê 267 milyon ciwan ne di karekî de kar dikirin û ne jî perwerde ditîtin.
Li gor ILOyê, ji meha Sibatê ve di nav ciwanan de û bi taybetî jî di nav jinên ciwan de bêkarî gelekî zêde bûye.