.jpg)
PeyamaKurd – Serkonsolosê Îngîltere yê Hewlêrê (Erbîl) David Hunt ragihand ku êrîşên Îranê yên ji bo ser Herêma Kurdistanê tên tekrarkirin, hewlên Tehranê ne ku dixwaze herêmê bêîstîqrar bike. Serkonsolos David Hunt, ji bo K24 ê ragihand ku wê Londra desteka xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê dewam bike.
Hunt li ser êrîşên Îranê got ku divê Îran yekser dev ji van tevgerên xwe berde. David Hunt, endîşeya xwe ji bo topbaranên li ser sînorê Herêma Kurdistanê yên ji aliyê Îranê de tên kirin ragihand û got; êrîşkeriya Îranê ya dewam dike, îhlala desthilata Iraqêye, tehdîda li ser îstîqrarê û yekîtiya axa Iraqêye û êrîşan şermezar kir.
Li ser êrîşa bi balafirên bêajotvan ya Îranê ku kiribû ser Pirde got ku rast nîne ku rojnamevanan bixin hedefa xwe û dilgiraniya xwe anî ser ziman. Hunt weha got:
“Dema min vê xeberê bihîst ez xemgîn bûm. Ez ji bo peyamnêrê K24 ê Soran Kamran şîfayê dixwazim.”
Dema artêşa Îranê bi balafiran êrîş biribû ser Herêma Kurdistanê 14 kes miribûn û 70 kes birîndar bûn.