
PeyamaKurd – Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê ragihand ku li Îranê 17 siyasetmedarên Kurd girtine.
Li gorî ragihandina Hengawê, li 17 siyasetmedarên Kurd bi giştî 81 sal cizayê girtîgehê hatiye birîn û siyasetmedarên girtî bo Girtîgeha Şînoyê hatine veguhestin.
Merciyên fermî yên Iranê heta niha der barê girtina siyasetmedarên Kurd de tu daxuyanî nedane.
Hat zanîn ku ji 17 siyasetmedaran 5 ji wan ji ber endamtiya Partiya Demokrata Kurdistana Iranê (PDK-Î) û yek ji wan jî bi hinceta ju endamê Partiya Azadiyê Kurdistanê (PAK) ye hatiye sizadan.