image

PeyamaKurd – Topxaneyên Pasdarên Îranê sînorên bajarokê Haci Omerana ser bi navçeya Çomana Başûrê Kurdistanê topbaran kir. Ji ber topbaranê koçeran konên xwe bicih hiştin.

Rêveberê bajarê Hacî Omeran Ferzeng Ehmed ragihand ku "Îro demjimêr 15.00ê piştî nîvro, topxaneyên Supaya Pasdaran gundên Gemehişk û Gundejor topbaran kirin.”

Ferzeng Ehmed da zanîn, ku ji ber bombebaranê koçer û xwedanên pez ên çûbûne bilindahiyên Çiyayê Helgurdê, konên xwe bicî hiştine û reviyane.

Ehmed herwiha got: “Topbaranê nêzîkî 20 xulekan berdewam kirye. Ziyana canî nebûıye lê 2 guleyên topan li nêzîkî malê hemwelatiyekî ketine."

Îranê beriya niha jî çendîn caran bi hinceta hebûna pêşmergeyên Rojhilat û gerîlayên PKKê sînorên Başûrê Kurdistanê topbaran kiriye. Topbaran ziyanê dide daristan û pûşên Kurdistanê.