image

PeyamaKurd – Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê ragihand ku Amerîka ji xeynî baregeha Eyn Esed a Enbarê û ya Hewlêrê, ji 15 baregehên xwe yên li Iraqê ne vedikişe.

Komîteyê diyar kir, Amerîka wê li barageha Eyn el-Esed a Enbarê û li baregeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê bimîne.

Li gorî daxuyaniya Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê, gel û parlamen dixwazin Amerîka ji hemû baregehan vekişe.

Komîteyê herwiha daye xuyakirin ku Fransa, Almanya û Awistralyayê jî daxwazname ji bo vekişandina hêzên xwe pêşkêş kirine.

Li gorî Komîteyê, hemû hêzên hevpeymaniyê operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê rawestandine û ji hikumeta dahatî ya Iraqê hatiye xwestin ku dema vekişîna van hêzên diyar bike.

Parlamentoya Iraqê piştî kuştina fermandarê Îranî Qasim Suleymanî ji aliyê Amerîka ve, bi beşdariya fraksiyonên şîeyan biryara derxistina hemû hêzên biyanî ji Iraqê dabû.