image

PeyamaKurd- Berdevkê Yekîneyên Artêşa Iraqê General Yahya Zubeydî got ku heke Tirkiye êrîşî Şingal û Qendîlê bike, em vê yekê qebûl nakin. Ji bo Şingalê Artêşa Iraqê û ji bo Çiyayê Qendîlê jî hêzên pêşmergeyan amade ne ku van deran biparêzin.

Piştî ku Tirkiyê got ez ê li dijî Çiyayê Qendîlê operasyonekê bikim, Wezareta Pêşmergeyan bang li Tirkiyê û PKKê kir û got ku em amade ne ku navcînçîtiyê bikin. Lê belê em ti aliyan nagirin. Berpirsekî Wezaretê jî got ku ji bo ku em li hemberî Tirkiyê bisekin, ti daxwaz ji Iraqê nehatine.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Cebbar Yawer jî di derbarê mijarê de got ku Em dixwazin ku Tirkiye û PKK pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin. Di vî şerî de em aliyên ti kesî nagirin.