image

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta petrolê ya Iraqê Asim Cihad ragihand ku ew dixwazin petrola Kurdistanê di ser lîmana Ceyhanê de îxrac bikin. Cîhad li ser muzakereyên Herêma Kurdistanê û hukumeta federal ya Bexdayê got:

“Divê hukumeta Herêma Kurdistanê ewilî li pey biryara dadgeha navdewletî ya Tehkîmê here û paşî em dikarin serikên din munaqeşe bikin.”

Iraqê bi sedema ku hukumeta Herêma Kurdistanê petrolê di ser xeta Kerkûk-Ceyhanê de îxrac dike, bi sedema peymana navbera her dû dewletan îhlal kiriye, di sala 2014an de dawa vekiribû qezenc kir û roja şemiyê ragihand. Wezareta petrolê ya Iraqê ragihand ku dadgehê biryarê daye ku petrola ku Tirkiyê di navbera salên 2014-2018an de ji bo 4 salan îxrac kiriye, wê Tirkiye1.4 milyar dolar tazmînatê bide Iraqê. Piştî biryarê îxracata petrolê ji herêma Kurdistanê rawestiyabû.

Wezareta Enerjiyê û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyê jî dibêje ku di biryarê de heye ku Iraq tazmînatê bide Tirkiyê.

Heyeta hukumeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya wezîrê ekonomiye û maliyê yê Kurdistanê Awat Cenab Nûrî de heyetekî çûye Bexdayê da li ser mijarê biaxifin. Di mijarê de berdevkê wezareta petrolê ya Iraqê Asim Cîhad ji bo Rûdawê gotiye:

“Hukumeta Federal û wezareta petrolê, bi sedema girîngiya petrolê ya ji bo herêma Kurdistanê û Iraqê, em dixwazin ku pêvajoya şandina petrolê bidin destpêkirin. Eger îxracat nebe, wê temamê Iraqê jê zerarê bibîne. Her dû hukumet ya Kurdistanê û ya federal li ser mijarê dixebitin. Heyetekî ji Herêma Kurdistanê ji bo babeta petrolê niha hatiye Bexda. Her rojekî ku dereng bimînin, ji bo aboriyê, budça federal û dahata petrolê zerara mezine.

Em li ser mekanîzmeyekî ku karibe petrolê îxrac bike radiwetsin. Ez tenê dikarim behsa îxracata petrolê bikim. Muzakere dewam dikin. Dîtinên cuda hene. Birayên me yên Herêma Kurdistanê mijarê bi budçe ya giştî, lihevkirina siyasî û mijarên din ve girêdidin. Em bi rewşekî din re rû bi rû ne. Biryara dadgeha Tahkîmê heye. Dawa ku wezareta petrolê vekiriye heye. Wezaret nikare bi mekanîzmayên kevin îxraca petrolê bike.

Wezîrê petrolê dibêje ku hukumeta Kurdistanê dixwaze îracata petrolê destpêbike û ji niha zêdetir dahatê bixe destê xwe. Ji teklîfan yek ji wan Şîrketa Bazarkirina Petrolê ya Iraqê ye ku ji bo Herêma Kurdistanê wê zêdetir dahatê bîne. Bi ya min; çareseriya herî baş ew e. Bexda dixwaze zûtir mijarê çareser bike. Bila şîrketa SOMO ji nûh de îxraca petrolê bike û di pey de li ser mijarên din danûsitendin bên kirin.

Hevdîtinên di navbera Kurdistan û Bexdayê de baş dimeşin. Piştî avakirina hukumeta nûh, peymanên petrolê, îxracat û berpirsiyariya hukumeta Kurdistanê temam, di civînan de tên niqaş kirin û civîn baş derbas dibin. Di nav hukumeta federal de li ser peymanan û parvekirina dahatê ramanên cuda hene lê bi awayekî erênî dimeşin. Wezaret amade ye ku van mijaran bi hukumeta Kurdistanê re çareser bike û hevkariyê bike. Temamê civînan di atmosferekî baş de hatin kirin û divê em berjewendiyên hemwelatiyên Iraqê bidin ber çav, ji bo aboriyê welat destek bikin, dahata herî zêde bi dest bixin.”