image

PeyamaKurd – Yekem rojnameya kurdî Kurdistan di saal 1898an de, 22yê nîsanê, di rokeje weke îro de dest bi weşanê kir. Ji ber vê yekê 22yê nîsanê weke 'Roja Rojnamegeriya Kurdî' dihê pîrozkirin.

121 sal berê ango di sala 1898an de Miqdat Mîthad Bedirxan cara yeke li Paytexta Misirê Qahîreyê rojnameyeka kurdî ya bi navê “Kurdistan” derxist. Piştî vê gava ewil niha li Kurdistanê û dîasporayê bi sedan dezgehên ragihandin û medyayî yên kurdî weşanê dikin û medya kurdî her diçe dewlemendtir dibe.

Her çiqas beriya weşana rojanameya ‘Kurdistan'ê hinek hewildanên weşana kurdî, bi taybet di nava kurdên Qafqasyayê de hebin jî wekî destpêka Rojnamegeriya Kurdî roja derxistina rojnameya 'Kurdistan'ê hatiye pejirandin û dihê pîrozkirin.

22yê nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye, ji ber ku rojnameya ‘Kurdistan' rojeke wekî îro dest bi weşanê kiriye

Malbata PeyamaKurd 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya kurdî li hemû rojnamegeran kurd û Kurdistanê pîroz dike û daxwaza serkeftinê ji hemû kedkarên medyayê re dixwaze.