image

PeyamaKurd- Berdevkê Cepha Turkmenî ya Iraqê Muhammed Saman ragihand ku di demên dawiyê de leşkerên Amerîkayê yên li baregeha K1 ê li nav bajarê Kerkûkê xuya dikin û ev jî tevgereka manîdare. Saman got ku eger li Iraqê hukumet nê avakirin, wê li herêmê talûkeya ewlekariyê çêbibe û ewlekariya bîrên petrola Kerkûkê ji aliyê leşkerên Amerîka de bêkirin.

Saman ragihand ku bi salaye leşkerên Amerîkayê li nav Kerkûkê nehatine dîtin û ev 2 roje ku li bajêr xuya dikin. Hem di ser îstîfa Adil Abdulmehdî de 15 roj derbas bûye û heya niha kesekî li şûna wî nehatiye tayînkirin ku ev jî endîşe dide mirovî.

Saman got eger li Iraqê valahiyeka asayîşê bibe û rêxistinên terorê veya bo xwe bikin derfet, Amerîka li Kerkûkê amadekariyê dike da bîrên petrolê biparêze.