image

PeyamaKurd- Li bajarê Bedlîs û Wanê bi sedema barîna berfa zêde rêya 345 gundan hat girtin. Tîmên vekirina rêyan bo vekirina rêyan xebatên xwe didin dewamkirin. Îro jî berfa ku bariya Bû sedema girtina gelek rêyan.

Bi sedema barîna berfa zêde li Wanê 87 heb tax û rêya 108 mezrayan hat girtin. Li bajarê Bedlîsê rêya 150  gundî hat girtin. Berf gihaye 1.5 metreyî û erebe di bin de wenda bûne.

Bo vekirina rêyan tîmên rêvebiriya taybet ya parêzgehê xebatên xwe bê navber dewam dikin.