image

PeyamaKurd – Parlemetoya Kurdistanê bi armanca pesendkirina projeyasaya çaksaziyê, serdema xwe ya Payîzê ji bo 30 rojên din dirêj kir.

Di rûniştina îro de, Parlementoya Kurdistanê bi dengê 77 parlemanteran, ji bo pesendkirina projeyasaya çaksaziyê, serdema xwe ya Payîzê ji bo meheke din dirêj kir.

Komîteyên Parlemanê raporta xwe ji bo projeyasaya çaksaziyê heta niha amade nekirine û ji ber ku projeyasaya çaksaziyê navê ‘BILEZ’ lê hatiye kirin, Parlemana Kurdistanê serdema xwe ya Payîzê dirêj kir.

Projeyasaya çaksaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwendina yekem jê re hatiye kirin û biryar e di zûtirîn dem de jî xwendina duyem jê re bê kirin û bikeve ber dengdanê û bê pesendkirin.