image

PeyamaKurd - Endamê Komîsyona Darayî ya parlementoya Iraqê Ehmed Sefar li ser danûstandinên navbera Bexda û Hewlêrê got, nêzîkbûneke baş di navbera aliyan de heye, tenê civînek yan du civînên din ji bo rêkeftina dawî pêwîst e.

Ehmed Sefar ji malpera fermî ya PDKê re daye xuyakirin, danûstandin û serdanên şanda bilind a Kurdistanê bi berpirsên Iraqî re encamên baş dane û got, “Hikûmeta Iraqê dibêje divê Kurdistanê tevahiya dahata xwe û dahata neftê bide Bexdayê, Bexda jî bûdceya wê bide lê ew bûdceya ku Bexda dixwaze bide têra mûçe jî nake! Ji ber wê jî danûstandin didomin.”

Endamê komîsyona darayî da zanîn, “Her du alî di nav krîza darayî de ne. Şanda Kurdistanê wê vê hefteyê dîsa serdana Bexdayê bike. Nêzîkbûneke baş heye lê pêwîstî bi civînek du civînên din heye da ku bigihin rêkeftina dawî.”