image

PeyamaKurd - Rêveberiya deriyê Sêmlaka yê Rojavayê Kurdistanê ragihand ku kesên biyanî yên li Rojava asê mane dikarin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.

Rêveberiyê diyar kir, ji bo derbasbûnê divê ew kes wêneyekî nasnameyê yan jî formê û wêneyekî karta balafirê ji vê jimara han 009647508723621 re bişînin.

Li gorî biryarê kesên dema Îqama wan bi dawî bûne, ne di nav vê biryarê de ne.

Rêveberiya derîyê Sêmlakayê di çarçoveya tedbîrên koronayê de, ji bo kesên ku li Başûrê Kurdistanê asê mane rojên Yekşem û Çarşeman ji bo vegera wan diyar kiriye.