image

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, ragihand ku hin komên YNKê û Goranê piştgiriya PKKê kirine û got: "Bi saya piştgiriya wan li Silêmaniyê daketin nav bajêr jî."

Çavuşoglu li Antalyayê digel rojnamevanan civiya û pirsên di rojevê de bersivandin.

Çavuşoglu li ser têkiliyên YNK û PKKê wiha axivî:

"PKK ji aliyê hin komên di nava partiya Talebanî de hat destekkirin. Ji aliyê hereketa Goranê ve jî hat destekkirin. Bi saya piştgiriya wan li Silêmaniyê daketin nav bajêr jî."

Çavuşoglu got ew dê ji bo Minbicê hevkariyeke 4 alî bikin û dê Tirkiye, Amerîka, Bexda û Hewlêr di navê de bin û dewam kir: "Lewra PKK dijminê Hewlêrê ye jî."

Ewî bibîr xist ku li Stenbolê digel wezîrekî ji YNKê civiyaye û cih da van îdîayan:

"Wezîrê YNKyî ji min re got: 'Komeke biçûk ji partiya me ku em li dijî wan in, piştgiriya PKKê kirin. Me bedelê vê desteka wan da. PKK talîmatan dide rêveberiya partiya me û niha jî tehdîd dike.' Eger tu bi rêxistineke terorî re hevkariyê bikî encam ev e."