image

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro 15ê Cotmehê li Enqerê piştî nimêja înê bersiva pirsên rojnamevanan da û li ser mijara Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî daxuyanî dan.

Erdogan bal kişand ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku wekî PKK-YPG-PYD pênaser kir û ew ji kuştina du polîsên Tirk ew berpirsiyar girtin.

Serokomarê Tirkiyê got: “Hêzên hevpeymaniyê û Amerîka herî zêde destekê didin wan. Bi çek, cebilxane û her cure desteka didin wan terorê dikin. Em têkoşîna xwe dijî wan didin. Rejîm jî ji wan hêzê distîne.”

Erdogan herwiha diyar kir, “Em dijî rêxistinên terorê, hêzên malûm ên Amerîkayê têkoşînê didin û em di vê mijarê de bi biryar in.”