
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 94 kesayetiyên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, bi daxuyaniyeke hevbeş piştevaniya xwe ji hewldanên yekrêziya aliyên Kurd re nîşan dan û bang li civaka navdewletî kirin doza Efrînê wekî mijara sereke deynin.
Kesayetiyên herêma Efrînê yên ji akademîsyen, rewşenbîr, hunermend û medyakaran pêk tên, bi daxuyaniyeke nivîskî piştgirî dan danûstandinên yekrêziya navmala Kurdî û wiha gotin:
"Em bi hêz dengên xwe tevlî destpêşxeriya Hêzên Sûriya Demokrat dikin, ya bi armanca yekrêziya di navbera hêzên siyasî de hatiye û em tekez dikin ku piştgiriya me ji vê destpêşxeriyê re, helwestên mirûzxweşkirin û pîrozkirinê derbas dike, da ku her alî bi berpirsyariya xwe li hemberî civaka Kurdî rabin."
Di daxuyaniya nivîskî de ev bang hat kirin: “Em bang li aliyên navdewletî yên serpereştiyê dikin ku doza Efrînê û deverên din ên dagîrkirî, di pileya yekemîn de werin danîn, herwiha nexşerê û bernameyeke kar a zelal were danîn da ku dagirkeriya tirkî ji wan deveran re bê dawîkirin û koçkiriyên wan deverên dagirkirî, bi awayekî aram vegerin ser axa xwe.”
Hêjayî gotinê ye, ev bangewaziya kesayetên Efrînê piştî nêzîkbûna ENKS û PYDê û danûstandinên berdewam ên ji bo rêkeftineke piralî hat kirin.
Beriya niha bi serepereştiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî dîyaloga navbera aliyan hatibû destpêkirin û Amerîka û Fransa jî di wan danûstandinan de navbeynkariyê dikin.