
PeyamaKurd- Li bakûrê Kurdistanê bo ser DTK yê operasyon hat kirin û heya niha 45 kes hatine binçavkirin û her rojê grûbekî ji wan derdixin dadgehê. Di çarçoveya doza DTK (Demokratîk Toplum Kongresi) ê de operasyon di 26 e hezîranê de hatibû kirin. Heya niha 13 kes hatine zîndanîkirin. Di nav wan de hevseroka şaredariya Farqînê Naşide Toprak û 11 kes serbest hatin berdan. Ji 45 kesan duhî tenê 16 kesan derxistibûn ber dozger û 8 ji wana şandibûn zîndanê. Sedema girtina wan “endamtiya rêxistinê” hat nîşandan.
Îro jî 29 kesan derxistin ber dozger û bo 20 kesan daxwaza zîndanîkirinê dixwazin. Dozger bê îfade bistîne İbrahim Halil Taş, Mehmet Sağlam, Seher Özgen Aytek, Selva Akkoyun, Suphi İzol, Azad Can, Enver Temiz, Ferhat Erkuş ve Gurbet Çakar bi daxwaza serbestberdana wan, sewqê hakimiya sulh cezayê kiriye. Dozgerî daxwaz kir ku Emrullah Zümrüt, Fesih Balbey, Gönül Oğur, Mahfuz Karaaslan, Mehmet Güngörmüş, Mehmet Çahit Ay, Naşide Toprak, Enver Çelik, Erdal Bayram, Fedai Akar, Jiyan Taş, Leyla Bağırtır, Makbule Özbek, Mehmet Cahit Şık, Tevfik Kaçar, Yıldız Damla, Adil Ercan, Ayşe Kara, Mehmet Deviren û Mustafa Alımterin bi sedema ku endamên rêxistine bên zîndanîkirin.
Hakim Naşide Toprak, Mahfuz Karaaslan û Gönül Oğur bi şertê kontrola edlî wan serbest berda lê biryara girtina Mehmet Güngörmüş, Fesih Balbey, Mehmet Cahit Ay û Emrullah Zümrüt da. Hakim bi şertê kontrola edlî İbrahim Halil Taş, Mehmet Sağlam, Seher Özgen Aytek, Selva Akkoyun, Suphi İzol, Azad Can, Enver Temiz, Ferhat Erkuş û Gurbet Çakar berda lê bo derketina derve qedexe danî ser wan.
Di bin çavde lêpirsîna 13 kesan dewam dike û heya niha bi tevahî 13 kesan şandine zîndanê.