image

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pantagon) li ser daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên derbarê girtina baregeha Încirlik a li Tirkiyê de daxuyanî da. Pentagonê diyar kir ku wan bi 8 şirketên Tirkiyê re li ser avadankirina baregeha Încirlikê bi nirxa 95 milyon dolaran peyman girê daye.

Li gorî daxuyaniya li ser malpera Pantagonê ji bo xebatên li Încirlikê bi nirxê 95 milyon dolaran bi 8 şîrketên Tirkiyê re peyman hatine îmzekirin û biryara ew xebatên avadankirinê dawiya sala 2024an bi dawî bibin.

Amerîka baregeha Încîrlîk a asîmanî ya li bajarê Edeneyê yê li başûrê Tirkiyê, bi kar tîne û ew jî parçeyek ji pergala parastinê ya roketan a NATOyê li Ewropayê ye.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser sepandina dorpêç û ambargoyên ser Tirkiyê, gefa girtina baregehên Încîrlîk û Kurecîk yên ku hêzên Amerîkî bikar tînin xwaribû.