image

PeyamaKurd – Navenda Lihevkirina Aliyan a Rûsyayê ragihand ku çekdarên Nusrayê (HTŞ) li Idilbê niştîngehên sivîlan dikin hedef.

Serokê navenda lihevkirina aliyan a rûsî li Sûriyê Oleg Juravlyov,  ragihand ku çekdarên rêxistina El Nûsrayê ango bi navê xwe yê din Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) li Idilê êrîşê niştîngehan dike ku 2 caran ji eniya Maaret-Muhos êrîşî devera Dadih kiriye.

Serokê navenda rûsî herwiha da zanîn ku polîsê leşkerî yê rûsî li Heleb û Hesekê dewriyeyên xwe berdewam dike.

Şerê Idlibê 5ê Adarê bi rêkeftineke agirbestê ya Rûs-Tirk hatibû sekinandin, lê ji roja agirbestê heya niha şer ranewestiyaye.