image

PeyamaKurd - Civata Bilind a Fetwayê ya girêdayî Yekîtîya Zanayên Olî yên Îslamî yên Kurdistanê, li ser wergirtina du-sê muçeyan û bê dewamkirin wergirtina mûçeyê û xanenişîniya neyasayî fetwa derxist.

Li gorî fetwayê wergirtina du meaşan bo kesî heram e. Fetwaya zanayên olî beriya ku hefteya pêşiya me çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest pê bikin, hatiye derxistin ku ji bo bicihanîna wan çaksaziyan dibe alîkar.

Xalên fetwaya nû ya zanayên ola îslamê wiha ne:

  1. Her kesek dû mûçeyan werbigire heram e.
  2. Ew kesên dewam nakin û mûçeyan bê karkirin werdigirin xîyanetê dikin û ew jî diçe çarçoveya dizîyê ji samanê giştî û bi neheq xwarina dahata welat.
  3. Her kesek bi awayekî neyasayî hatibe xanenişîn kirin û bi nehejî mûçeyên xanenişînîyê werbigire, li gorî rêsayên Şeriî bi gendelîya îdarî tê hesabkirin û ew pereyê distîne heram e.
  4. Hikumet berpirsê rasterast ê çaksazîyê, nehiştina gendelîyê, dû mûçeyê û mûçeyên kesên kar nakin e.