image

PeyamaKurd – Hikûmeta Sûriyê ji sala 2018an ve, li ser xelkê herêma Efrînê û bi taybet yên piştî dagirkirina Efrînê koçberî devera Şehbayê bûne, ambargoyeke giran daniye ku li gorî ragihandina jêderên herêmê êdî nikarin pêwîstiyên xwe yên jiyanî jî dabîn bikin.

Li gorî çavkaniyên herêmê, niha ambargoyeke giran li ser xelkê kampên koçberan ên Şehba ya Efrînê hatiye ferzkirin û mafên jiyanî yên mirovan têne binpêkirin ku nikarin alîkariyên bi rêya Neteweyên Yekbûyî jî werbigirin.

Li gorî zanyariyan li Şehbayê zêdetirî 200 hezar welatiyên Kurd, Ereb û Tirkmen li kampan dimînin û ji ber ambargoya li ser wan hatiye danîn, di rewşeke gelekî xirab de dijîn û werza zivistanê nikarin sotemeniyê jî peyde bikin.

Çavkaniyên herêmê didin zanîn ku ji ber ambargoya heyî, perwerdehî û sektora tenduristiyê jî di bin xeterê de ye ku nexweşxane bi derfetên gelekî kêm xizmetê didin û li ber girtinê ne.

Herwiha ji ber nebûna wesayîtan û mazotê, 15 hezar xwendekar jî nikarin li 72 peymangeh û dibistanên seretayî, navîn û amadehîyê perwerdeyê bibînin.