image

PeyamaKurd - Li Mêrgesor navçeya Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê nêzîka 300 salî ye, xelkê deverê xwê ya xwe ji kaniyê bi dest dixin.

Xwê ya ku tê gotin li seranserê Iraqê baştrîn cur e, li gundê Pîrana girêdayî Mêrgesorê ji kaniyeke siruştî rojane tonek tê derxistin û pêwistiya xwe ya hezar û 200 malê deverê jê tê dabînkirin.

Kaniya ku kûrahiya wê nêzîkî 6 metroyan e rojan e gundî bi dewlan zêdetir ji 200 lître avê jê dikşînin.

Ava ku piştî kişandinê di hawizekî de tê komkirin piştî parzinandinê jî ji her 20 lîtreyî nêzîka 10 kîlogram xwê tê bidestxistin.

Mihemed Mistefayê xelkê wê deverê  got, "Av kanî kaniyeke pîroz e, ji bav û bapîrê me ji me re maye. Berî nuha bi 300 salî kesekî bi navê Şêx Yûsif dîwarê vê kaniyê lê kiriye û ji hingê ve heta nuha bê navber xwê jê tê derxistin."