image

PeyamaKurd – Karwana çarem a koçberan ji Belarûsê vegeriya Herêma Kurdistanê.

Di saetên sibeha îro de karwaneke din a koçberan ku ji 425 kesan pêk dihat, ji Belarûsê vegeriya Başûrê Kurdistanê.

Di heyama 24 saetên derbasbûyî de, ev sêyem karwanê koçberan e ku ji Belarûsê gihîşt Herêma Kurdistanê.

Yek ji koçberên ku vegeriyaye diyar dike, wî gelek pere xerc kir, mal, otomobîl û her tiştê xwe firotiye û daxwaz dike ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya wan bike.

Koçberekî xelkê Duhokê dibêje, du hefteyan li Belarûsê bûye, gelek hewl daye derbasî Polandayê bibe, lê nekariye û diyar dike, li Belarûsê heta 4 rojan li balafirxaneyê hatine ragirtin û nêzikî 900 kesên din li balafirxanaya Belarûsê mane.

Heta niha nêzîkî 1500 koçber ji Belarûsê vegerandin Herêma Kurdistanê. Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil li ser Twitterê da zanîn, vegerandina koçberan ji Belarûsê, bi hevahengiya Hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê bûye û eşkere kir, em ê her koçberê Kurd ê ku bixwaze vegera Herêma Kurdistanê vegerînin.