image

PeyamaKurd – Li Kerkûkê 10 terorîstên DAIŞê hatine desteserkirin.

Odeya Ragihandinê ya Wezareta Navxwe ya Iraqê îro Şemiyê 19.06.2021ê diyar kiriye, li Parêzgeha Kerkûkê piştî zanyariyên hêzên îstîxbarata Iraqê û hêzên ewlehiyê di operasyonekê de 10 terorîstên DAIŞê hatine desteserkirin.

Wezareta Navxwe ya Iraqê herwiha destnîşan kiriye, wan çekdarên DAIŞê bi awayekî nihênî kar ji bo rêxistina DAIŞê dikirin û di warê îstîxbaratî û peydakirina kelûpelên lojîstîkî ji bo endamên wê rêxistinê kar kirine.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê Raîd Amir Nûrî di derbarê desteserkirin wan terorîstên DAIŞê eşkere kiriye, ew terorîstên DAIŞê piştî zanyariyên îstîxbarata Iraqê û hêzên ewlehiyê yên Iraqê hatine desteserkirin.