image

PeyamaKurd - Li Kerkûkê bi amadebûna herdu berbijêrên serkeftî yên PDKê bo Parlamentoya Iraqê, lijneya navçeya Zanko ya PDKê bawernameya rêzgirtinê pêşkeşî wan endaman kir ku xwedî rolbûne di serkeftina berbijêrên PDKê de.

Berbijêra serkeftî ya PDKê li Kerkûkê Neciwe Kakeyî ji BasNewsê re daye xuyakirin, “Lijneya navçeya Zanko ya Kerkûkê merasîmek bi rê xist û di merasîmê de xelata rêzgirtinê da nêzîkî 100 endamên ku di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de bangeşe bo berbijêrên PDKê kirin û herwiha roja hilbijartinê jî xwedî roleke baş bûn.”

Kakeyî gotiye, “Me jî wek berbijêrên serkeftî destxweşî li wan kesan kir û berdewam emê yekgirtî bimînin û me ew soz daye xelkê Kerkûkê ku tişta em bikaribin bikin ji bo xizmeta xelkê Kerkûkê em texsîr nakin û emê bikin.”