image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li peravên Behra Spî yên Îtalyayê keştiye koçberan ku 500 kes tê de hebûn winda bûye û zêdetirî 24 demjimêrane ti agahî jê nîne.

Li gorî zanyariyan keştiya koçberan ku motora wê xira bûye, banga Alarm Phone kiriye  û ji duh 25ê Gulanê ve tîmên hawarçûna lezgîn ên Îtalyayê lê digerin.

Hatiye diyarkirin ku keştîyê hîn ji bendera Bînxazî ya Libyayê banga alîkariyê kiriye û piştre jî di deryayê de winda bûye ku hîn tevî 500 koçberan winda ye û nehatiye dîtin.

Ewlekariya Perevan a Îtalyayê ragihandiye ku duh jî di du operasyonên cuda de, 423 û 671 koçber hatine rizgarkirin, lê ti pêwendiya wan bi wê keştiya winda bûyî re nîne.