.jpg)
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarokê Biyare yê Helebçeyê, di navbera kolberan û hêzên pasevanên sînor ê lîwaya 1 a Silêmaniyê de alozî derketiye û kolberek bi guleya pasevanan hatiye kuştin.
Li gorî zanyariyan bûyer doh 22yê Hezîranê li gundê Hane yê bi ser bajaroka Biyare yê Helebçeyê de, rû daye û kolberekî 35 salî yê bi navê Seywan Qanih Banîşareyî ku bavê 4 zarokan e, hatiye kuştin.
Heval û xizmên wî kolberî gotine, dema ku kolber kel û pelên xwe dibir deriyê Sînor ê Pîşe, ji aliyê pasevanê sînor ê lîwaya 1 a Silêmaniyê li gundê Hane hatiye gulebarankirin û jiyana xwe ji dest daye.
Berpirsê bajarokê Xorman Osman Enwer derbarê bûyerê de gotiye ku ev tişt ji ber sedema nefamkirinekê çêbûye û 5 koleber jî hatine binçavkirin.