image

PeyamaKurd – Bûyerên revandina welatiyên Kurd li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku ji sala 2018an ve hatiye dagirkirin, hîn jî dewam dikin.

herî dawî koma çekdar a bi navê Feyleq El-Şam ku bi ser artêşa Tirkiyê ve ye, ji navçeya Şêrawa ya Efrînê 3 kes revandin û ew birin cihekî nediyar.

Li gorî ragihandina çavkanîyên xwecihî, navên welatiyên hatine revandin Yasir Cuma Elo, Xelîl Ehmed Şawtî yên ji gundê Fafirtînê û Mihemed Ehmed Silêman ê ji gundê Burc Qasê ye.

Hat diyarkirin ku ew kes li pêş xizmên xwe piştî lêdan û dijunan hatine revandin û bo cihekî nediyar hatine birin ku çarenevîsa wan nediyar e.