image

PeyamaKurd – Hêzên Komandoyên Kurdistanê, têkildarî geşedanên li Kerkûkê daxuyaniyek belav kirin û tê de diyar kirin, ew êrîşa li ser xelkê Kerkûkê şermezar dikin û hêzên wan di amadebaşiyê de ne û li benda fermanê mane. Ev yek di demekê de ye ku ev du roj e rewşa Kerkûkê aloz e û hêzên lîwaya 61 a girêdayî Encûmena Wezîrên Iraqê bi dehan ciwanên Kurd desteser kirine.

Hêzên Komando yên Kurdistanê li ser hesabê xweya Facebookê da zanîn: "Em xwe xwediyên gelê Kerkûkê dihesibînin, ji ber vê yekê hemû hêzên komando yên Kurdistanê di amadebaşiyê de ne li benda fermanê mane."

Lîwaya 61 şeva Şeva Yekşemê 11ê Cotmeha 2021ê ket taxa Rehîmawa û 10 kes girtin û paşê bi kefalet hatin berdan, lê belê roja Sêşemê hêzên lîwaya 61ê li meydana Îxwan belav bûn û cadeyên sereke girtin. Herwiha pişt re di êvara heman rojê de xalên kontrolê danîn û 71 ciwan girtin û ji beşeke xelkê telefonên destan jê stendin.

Aloziyên Kerkûkê piştî vê yekê derketin ku encamên destpêkê yên hilbijartinê diyar bûn ku partiyên Kurd li parêzgehê 6 kursî bi dest xistin, alîgirên partiyan jî li beşek ji taxên Kurdan ên Kerkûkê kom bûn û dest bi pîrozbahiyê kirin.

Niha rê ji bazara navendî ya Kerkûkê heta Rehîmawa 5 kîlometreyan vekiriye, lê gelek xalên kontrolê hatine danîn û lêkolîn li ser xelkê tê kirin.  

Lîwaya 61ê lîwayeke taybet a girêdayî Encûmena Wezîrên Iraqê ye û piştî vekişandina hêzên dije terorê di 16 Cotmehê de lîwaya 61ê cihê wan girt û niha xalên serekî yên Kerkûkê di destê wan de ne.