image

PeyamaKurd – Konferansa Zanistiya Cihên Dîrokî û Parastin û Pêşxistin û Kevneşopiyan li Hewlêrê îro tê lidarxistin û Wezîrê Şaredarî û Geştûguzarê Sasan Ewnî di konferansê de gotarek pêşkeş kir.

Sasan Ewnî di gotara xwe de diyar kir, cihên dîrok û kevneşop li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwedî pêgeheke taybet in û da zanîn: ‘‘Cihên dîrokî wek nasnameya niştimanî, wek eynika dîrok û raboriya me ye, wek raboriya gelekî ku bi hezaran sal xwedî bingeh û rih li ser axa xwe borandî ye û girîngiya wê taybet heye.’’

Wezîrê Şaredarî û Geştûguzarê eşkere kir: ‘‘Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî bixwe û Wezareta Şaredarî û Geştûguzarê bi giringî li rol û erkê sektor cihên dîrokî dinêrin.’’

Sasan Ewnî herwiha destnîşan kir: ‘‘Bi wê dîtina bi nirx ve li gel krîza darayî jî, bi biryara Serokê Hikûmetê ve salane 900 milyon dînar pare ji bo sektora geştûguzarê tê xerckirin û konferansa dema pêş de Wezareta Şaredarî û Geştûguzarê biryar da ji sedî yek dahata şaredariyan jİ bo vê sektorê bê xerckirin.’’