image

PeyamaKurd - Konseya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li bajarê Silêmaniyê 8 terorîstên DEAŞ ê girtine û wan teslîmê meqamên dadrazê kirine. Konsey weha ragihand:

“Li bajarê Silêmaniyê di operasyonên cûr bi cûr de 8 terorîstên DEAŞ ê hatine girtin. DEAŞ ên ku hatine girtin di çarçoveya xala 4an de ku hêzên asayîşê li wan digerin, ji bo xwe veşêrin hatine Herêma Kurdistanê û xwe li bajarê Silêmaniyê bicîh kirine. Kesên hatine girtin Erebin û operasyon bi hevkariya dezgeyên asayîşa Iraqê re hatine kirin.”