
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Kore ya Başûr bi nivîskî ragihand ku wezîrê karên derve yê Kore ya Başûr Vang Yi seredana Çînê kiriye. Dewleta Çînê jê xwestiye ku sîlih an alavên malên Amerîkayêne, li welatê xwe bicîh neke. Lê Kore di bersiva daye Çînê de gotiye ku bicîhkirina sîstema îrtîfa wan bilind ya THAAD ê ji bo parastina mal û canê Koreyiyan alaveka bergiriyê ye, Seul naxwaze vê mijarê bi Çînê re muzakere bike û ev mijar, mijara ewlehiya netewî ya Kore ye.
Di beyana wezaretê de hat gotin ku ji berê de ji bo sîtemê li Kore bicîh nekin, ti peyman an bazarekî bi Çînê re tineye, fikrên her dû terefan di mijarê de ji hev cuda ne û her dû dewlet bûne hemfikir ku bicîhkirina sîstema THAAD an nebe sedema dijminahiyê.
Berdevkê wezareeta Çînê Vang Venbin, piştî seredana do ragihand ku bicîhkirina THAAD an li Koreyê wê derbê li berjewendiyên stratejîk yên Pekînê yên li herêmê bixe û ewlehiya Çînê bixe talûkê. Venbin got ku berê Kore soz dabû ku sînor ji bo bicîhkirina THAAD an deyne.