image

PeyamaKurd - Li Neteweyên Yekbûyî (NY) Kurdek posteke pilebilind werdigire û dibe cîgirê serokê kongreya salane ya Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî.

Nûnerê dayîmî yê Iraqê li Neteweyên Yekbûyî Bekir Fetah Husên weke cîgirê serokê kongreya salane yê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî hat hilbijartin.

Bekir Fetah ji Rûdawê re gotiye, kongreya salane ya Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî, salane desteya wê ya serokatiyê tê hilbijartin, li gor cografyê postên serokatiyê têne dabeşkirin û îsal postên serok û cîgir ji bo Başûrê Asya û Rojhilata Navîn bû, ku serok ji Kuweytê hat erkdarkirin û cîgir jî ji Iraqê hat erkdarkirin.

Bekir Fetah daye zanîn, wergirtina vê postê bi koma dengan bûye û dê di vê hefteyê de dest bi kar bike, karên kongreyê jî diyarkirina budceya salane ye, pirsgirêkên navçeyê û cîhanê gotûbêj dike û piştre raporekê dide Neteweyên Yekbûyî.

Derbarê Bekir Fetah Husên de:

Bekir Fetah Husên di sala 1957an de li Silêmaniyê ji dayîk bûye, zweicandî ye û bavê du zarokan e.

Di sala 1978an de li Zanîngeha Slêmanê beşa kîmyayê qedand

Balyozê balyozê berê yê Iraqê li Swêdê bû

Nûnerê daîmî yê Iraqê li Netewê Yekgirtî

Ji xeynî zimanê Kurdî û Erebî bi Îngilîzî, Îspanî, Farsî û Îtalî dizane.

1989 – 1992 nûnerê Yekîtiya Niştimanê Kurdistanê (YNK) li Îranê

1994 – 1998 nûnerê Yekîtiya Niştimanê Kurdistanê li Îspanyayê

1999 – 2009 endamê encumenê netewa Kurdistanê - Iraqê