image

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1331 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 15 ke jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1331 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 483 kes li Hewlêrê, 410 kes li Silêmaniyê, 322 kes li Duhokê, 4 kes li Helebceyê, 37 kes li Germiyanê û 75 kes li Raperînê ne.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 15 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 4 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1554 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 430 kes li Hewlêrê, 560 kes li Silêmaniyê, 457 kes li Duhokê, 42 kes li Helebceyê, 47 kes li Germiyanê û 18 kes li Raperînê ne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê yên giştî gihîşt 348584 kesan, ya mirinan bû 6104 kes û heta niha 322039 kes jî baş bûne.