image

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê amarên 24 saetên dawî yên rewşa vîrusa koronayê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya wezaretê di nav 24 saetên borî de 636 kesên din bi vîrusa korona (Covid-19) ketin û 6 kesan jî can da.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketinan li Herêma Kurdistanê gihîşt 159 hezar û 537 kesan,  ya mirinan bû 4 hezar û 137 kes û heta niha 141 hezar û 307 nexweşên korona jî baş bûne.