image

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Kurdistanê ragihand ku ji bo rûbirûna pêla nû ya vîrusa koronayê ya ku ev demek e li Kurdistanê belav dibe, tedbîrên tund têne girtin.

Wezareta Tenduristiya Kurdistanê li ser zêdebûna pêketinên koronayê ragihand, wan roja 15 vê mehê bi amadebûna tîma saziya tenduristiya cîhanî (WHO) û dezgehên pêwendîdar rewşa nû ya koronayê nirxandiye û çend biryar dan.

Wezaretê da zanîn, di wê civînê de çendîn biryar hatin dayîn. Yek ji wan biryaran ew bû ku çavdêrî û tedbîrên li deriyên sînorî û firokexaneyan bên tundtirkirin da ku pêşiya vîrusa nû ya Koronayê, Delta, were girtin.

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin, biryareke din jî ew bû ku di rojên cejnê de tîmên gerok yên tenduristiyê di nav xelkê de bigerin û hem test bikin hem jî xelkê li ser bicihanîna şîretên tenduristiyê agahdar û hişyar bikin.